Taxima ûris jibo gotûbêja derbarê Qerebaxê çû Tirkiyê
Tximeke rûsî jibo gotûbêja derbarê Qerebaxê derbasî Enqerê bû.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Ev taxima ji 20 kesan biryar e ku di vê seferê da derbarê çalakiyên piştî agirbesê li Qerebaxê digel rayedarên Wezareta karên derve û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê gotûbêj bike.
Pêştir ji vêya Dmîtrî Pêskov Berdevkê Serokomarê Rûsiyê wek berteka li hemberî daxuyaniya ofîsa serokomartiya Tirkiyê derbarê pêkanîna navenda Kontrol û Monîtorînga agirbesê li Qerebaxê ji aliyê Tirkiyê va, got ku ev daxuyanî ne li gorî têgihîştina me ji lihevkirinameya aştiyê ye.
Her wiha Mariya Zaxarova, Berdevka Wezareta derve ya Rûsiyê jî ragihand ku di peymana aştiyê li Qerebaxê da tu amajeyek bi hebûna hêzên Tirkiyê li Qerebaxê nehatiye kirin.
Ev di halekî da ye ku pêştir Ilham Eliyêv Serokomarê Komara Azerbaycanê ragihandibû ku parêzvanên aştiyê yên Rûsiyê dê hevrê digel parêzvanên aştiyê yên Tirkiyê li navçeyên diyarkirî yên Qerebaxê bi cih bibin.