Mijdar 09, 2020 14:21 Asia/Tehran
  •  Li Rihayê - Patron û Îş Kûr bûn yek, karkerên sendîkayî baypas kirin

Patronê Tekstîla Ozakê bi hinceta "kar tune ye" 25 karkerên endamên DÎSK'ê ji kar derxistibûn, lê di ser Îş-Kûrê re 60 kes xistin kar.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li Rihayê Tekstîla Ozakê ya aydê Holdînga 'Ozak Globalê' bi hinceta "kar tune ye" 25 karkerên endamên Sendîkaya Tekstîlê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şorşeger (DÎS) ji kar derxistibûn, lê ji Îş-Kûrê 60 kesên din xistine kar. 

Karker Mehmet Yûsûf Çali ku ji kar hat derxistin û 7 meh in betal e, bertek nîşan da û got: "Îş-Kûr hem heqê me hem jî yên karkerên şandine fabrîkeya dide. Ev nelirêtiyê ye. Ev dezgeha hevpar a kardêr û Îş Kûrê ye."

 Karker Mehmet Yûsûf Çali, anî ziman ku rêveberiya fabrîkeyê endamtiya Sendîkaya Ozîplîk Îşê ku girêdayî Hak-Îşê ye, li wan ferz kiriye lê belê ji ber ku qebûl nekirine 7 meh in nikarin biçin ser karê xwe. Çali got: "Evqas wext e betal im. Tu dahateke min tune ye. Em bi temamî ji kar dernexistine, lê ji ber vê em nikarin li cihekî din jî bixebitin. Me mehkûmî xwe dikin." 

KARDÊR Û ÎŞ KÛR BÛN YEK 

Çali, destnîşan kir ku wergirtina wan a karî tim tê taqlokirin û meha borî heqê xebata mehane ya kêm nedane wan û got: "Me ji rêveberiya fabrîkeyê pirsî. Gotin, 'em derbasî xebata tamwext bûne.' Îş kûr hem heqê me hem jî yên 60 kesên şandine fabrîkeyê dide. Ma qey Îş Kûr qet ji wan napirse, 'We destûra bêheq daye van karkeran. Û em heqê van karkeran didin.

Lê hûn xebatkarên nû ji me dixwazin?' Ev dezgeheke hevpar a Îş Kûr û kardêr e." 

GEF XWARINE DA ÎSTIFA BIKIN 

Karker Sînan Aslan jî anî ziman ku mexdûr bûne û got, ji ber ku endamên DÎSK'ê bûn tim bi astengiyan re rû bi rû diman û got: "Gef li gelek hevalên me xwarin û kirin ku ji sendîkayê îstifa bikin. Ne telefonî me dikin ne tiştekî dibêjin. Ji bo em vegerin ser kar dixwazin em ji Sendîkaya Tekstîlê îstifa bikin û em bibin koleyên wan. Rewşa min a aborî qet nebaş e. Wesayîtek min hebû, min ew firot. Lê ez ê heya dawiyê têbikoşim. Li fabrîkeyê 900 kes dixebitin û nêzî 100 endamên Sendîkaya Tekstîlê lê dixebitin. Dibêjin kar tuneye, me nagirin. Heqaret li me kirin, neheqiyê li me dikin." 

Zekî Çalişkan jî got: "Me mehkûmî hezar û 160 lîreyî kirin. Nikarim debara xwe bikim. Mexsûs me nagirin. Dixwazin em bibin endamê sendîkaya patron. Ji ber em vê yekê qebûl nakin, me nagirin. Me doz li wan kir. Pêvajo didome. Li fabrîkeyê 470 endamên DÎSK'ê hebûn. Bi zorê kirin ku ji fabrîkeyê îstifa bikin. Niha tenê em 100 kes mane."

 

 

Serepeyv