Fransayê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan da û behsa ferzkirina cezayan kir
Mijdar 06, 2020 09:37 Asia/Tehran
Fransayê bersiv da daxuyaniya serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û behsa ferzkirina cezayan li dijî Tirkiyê kir.
Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian daxuyaniya Erdogan şermezar kir û ew bi tundî û bi nefretê bi nav kir.
Jean-Yves Le Drian behsa îhtimala ferzkirina cezayan li dijî Enqerê kir. Jean-Yves Le Drian ji kanala Ewropa1 re ragihand ku daxuyaniyên tund û nefretê yên ku ji Erdogan ve bi rêk û pêk têne kirin, nayên qebûlkirin.
Wezîrê karên hundir ê Fransayê Gerald Darmanan jî di Cotmeha borî de daxuyaniyên Erdogan rexne kiribûn û ew wek derbaskirina sînoran bi nav kiribû.