Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li Rîka paytexta Letonyayê bi wezîrên karên derve yên Brîtanya, Almanya û Fransayê re hevdîtin pêk anî û li ser Îranê û mijarên din gotûbêj kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Fransayê li hev kirin ku têkildarî mijara koçberan tîmeke teknîkî ji Parîsê serdana Hewlêr û Bexdayê bike. Mesrûr Barzanî daxwaz ji Jean-Yves Le Drian kir ku Fransa ji bo alîkarî û hawarçûna wan koçberên ku asê mane rola xwe bilîze.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li peywendiyeke telefonî bi wezîrê karên derve yê Fransayê re, tekez kir: Îran dixwaze bigihêje rêkeftineke baş.
Wezîrê karên derve yê Fransayê aşkira ragihand ku tevî ku welatê wî li dû hevkariya tev Mosko, Têhran û Pikenê jibo çaareserkirina kêşeya Efxanistanê ye, lê desthilata Talibanê bi fermî nas nake.
Wezîrê karên derve yê Fransayê Pêncşemiyê bi şev bêyî amajeya bi derketina neqanûnî ya Amerîkayê ji Peymana Navokî û bêsoziya ewropiyan derheqê vê peymana navneteweyî, Komara Îslamî ya Îranê bi binpêkirina Peymana Navokî tawanbar kir.
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Serokên sê welatên Ewropî yên endamên «Peymana Navokî» (Almanya, Brîtanya û Fransa) ji bo ewlehiya vê peymana navneteweyî tiştek nekirine.
Wezîrê karên derve yê Fransayê destnîşan kir ku heke Tirkiye helwêsta xwe diyar neke, jinûveavakirina pêwendiyên Enqerê digel Ewropayê dê neqewime.
Fransayê bersiv da daxuyaniya serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û behsa ferzkirina cezayan li dijî Tirkiyê kir.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian diyar kir ku wê rojeva civîna Yekitiya Ewropayê ya di dawiya meha Îlonê de Tirkiye be û wê li ser zextan bisekinin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian kir. Di vê civînê de wezîrê Derve yê Fransayê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwand Fransayê.