Yekitîya Cîhanî ya Guleştê: Hidayetî baştirîn guleştgirê ferengî yê cîhanê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i361222-yekitîya_cîhanî_ya_guleştê_hidayetî_baştirîn_guleştgirê_ferengî_yê_cîhanê_ye
Yekitîya Cîhanî ya Guleştê li postekê li Înstagrama xwe nivîsî ku Ferdîn Hidayetî, guleştgirê ferengî yê desteya giran ê îranî, baştirîn werzîşkarê pêşbirkên cîhanî yên 2026an e.
(last modified 2026-11-04T12:42:39+00:00 )
Tesrîn 03, 2026 17:11 Asia/Tehran
  • Yekitîya Cîhanî ya Guleştê: Hidayetî baştirîn guleştgirê ferengî yê cîhanê ye

Yekitîya Cîhanî ya Guleştê li postekê li Înstagrama xwe nivîsî ku Ferdîn Hidayetî, guleştgirê ferengî yê desteya giran ê îranî, baştirîn werzîşkarê pêşbirkên cîhanî yên 2026an e.

Yekitîya Cîhanî ya Guleştê nivîsî: Hidayetî di pêşbirkên Astaneyê da xebateke geş li desteya giran da raber kir û di amadebûna xwe ya yekem di pêşbirkên qaremanîya cîhanî yên mezinan da, bi qawet qaremanîya giraniya 130 kîloyan a guleşta ferengî bi dest xist. Wî ev xebata xwe ya bihêz bi serketina 8 li sifir li himber Daryûs Vîtek ji Mecaristanê di 42 saniyeyan da temam kir, bi awayekî ku ji bo bidestxistina qaremanîya cîhanê, bi giştî tenê 7 deqîqe û 9 saniyeyan li ser dûşekê ma.