Mijdar 04, 2020 08:43 Asia/Tehran
  • Serokerkanê Yewnanistanê: Tevgerên Enqerê aştiya li herêmê dixin xetereyê

Serokerkanê Yewnanistanê siyaseta dewleta Tirkiyê ya li rojhilatê Deryayê Spî rexne kir û piştrast kir ku Enqere li dijî mafên serdestiyê yên welatê wî disekine, aştî û aramiya li herêmê dixe xetereyê.

Serokerkanê Yewnanistanê Konstantinos Floros, di vekirina dewreya 15`an a ewlehiya hevbeş û siyaseta parastinê de got hewldana Enqerê ji bo desteserkirina herêma aborî ya Yewnanistanê, bi rêya lihevkirineke neqanûnî bi hikumeta Wîfaq a Lîbyayê re ya ji bo xêzkirina sînorên hevbeş, mînaka siyaseta dewleta Tirkiyê ya berovajîkirinê li rojhilatê Deryayê Spî ye.

Floros ji rojnama Cathimerini ya Yewnanistanê re diyar kir ku ev lihevkirin li dijî qanûnên navneteweyî ye, mafên serdestiyê binpê dike û aştiya herêmê dixe xetereyê.

Floros got: “Divê hemû bizanin ku mafên serdestiya herêmên deryayî tenê bi rêya lihevkirinên navneteweyî û danûstandinên di navbera hikumetên berpirs de û rêzgirtina ji qanûna deryayan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re, pêk tên. Kirinên Enqerê provokasyon in. Dewleta Tirkiyê bi kirinên xwe yên yekalî li Deryayê Spî, bi awayekî yekser gefê li aştî û ewlehiya herêmê dixwe.”

Her wiha Floros piştrast kir ku hêzên çekdar ên Yewnanistanê bingeha aramiya li rojhilatê Deryayê Spî ne û parastina mafên serdestiyê û berjewendiyên Yekitiya Ewropayê ne.

Serepeyv