Mijdar 01, 2020 11:18 Asia/Tehran
  •  Ayşe Acar Başaran:

Parlamentera bajarê Êlihê yê Tirkiyê û berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran daxwaza Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê ya betalkirina sîstema hevserokatiyê şiband siyaseta ku hikumeta Tirkiyê li dijî Kurdên Tirkiyê dimeşîne û diyar kir ku di vê qonaxê de yekitî pêdiviyeke girîng e.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Parlamentera bajarê Êlihê yê Tirkiyê û berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran tevî amajeya bi gotûbêjên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û PYNKê bi navê Gotûbêjên Yekîtiyê, got: Pêşniyara ENKSê derbarê jêbirina fêrkirina bi zimanê zikmakî û jêbirina pergala hevserokatiyê daye di rastiyê da bilêvkirina xwestekên dewleta Tirkiyê ye. Ev pêşniyar gelek dişibe siyasetên dewleta Tirkiyê yên  êrîşa ser pergala Hevserokatiyê li Kurdistana Tirkiyê."

 

 

Serepeyv