Mijdar 01, 2020 10:40 Asia/Tehran
  •  31ê Cotmehê; di 24 saetan da 75 kesên din li Tirkiyê bi KOVÎD-199'ê mirin

Li Tirkiyê ji ber şewba KOVÎD-199'ê 75 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 213 kesên din jî bi şewbê ketin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî (heta 31ê Cotmehê) yên der barê şewba KOVÎD-199'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 75 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 213 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyê heya niha 10 hezar û 252 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 375 hezar û 364.

 

Serepeyv