Yekîtiya Ewropayê gefa boykotkirina aborî li Tirkiyê xwar
Cotmeh 30, 2020 11:49 Asia/Tehran
Rayedarên Yekîtiya Ewropayê tevî xwarina gefa boykotên aborî, kiryarên vê dawiyê yên Tirkiyê li rojhilata Deryaya Sipî şermezar kirin.
Li gorî rapora Sky Newsa Erebî, Ursola Fon Dêr Layên (Ursula von der Leyen) Seroka Komîsiyona Ewropayê piştî lidarxistina civîna rayedarên Yekîtiya Ewropayê bi riya vîdyo-konferansê, gef xwar: Heke Enqere kiryarên xwe yên neqanûnî li Deryaya Sipî bidomîne, ev yekîtî dê hemî amûr û derfetên xwe di vê yekîtiyê da bi kar bîne.
Wê her wiha got: Vê komîsiyonê boykotên aborî dijî Enqerê berçav girtine ku renge bilez cih bên.
Şarl Mîşêl (Charles Michel) Serokê Konseya Ewropatyê jî got: Tirkiyê heta pêvajoyeke erênî negirtiye ber xwe.