Li Dêrsimê ji bo dema 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
Li parêzgeha Dêrsîmê ya Kurdnişîna Tirkiyê, bi heceta belavbûna zêde ya vîrusa Koronayê encamdana xwenîşandan û çalakiyên din ên girseyî bi dirêjiya 15 rojan hatin qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê parêzgarê Dêrsimê ve hatiye belavkirin, ji îro ve heta 12ê Mijdarê li sînorê parêzgeha Dêrsimê tevî bajar û bajarokan û gundên wê, derveyî çalakiyên fermî, encamdana hemû cureyên kombûn, xwepêşandan, meş, grêv, vedana konan û çalakiyên weke wan hatiye qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye îdiakirin ku biryara qedexekirina xwepêşandan û kombûnan ji bo wê yekê ye ku rê li ber belavbûna Koronayê bigrin ku di dema dawî de li sînorê wê parêzgehê belav dibe.
Li gorî amarên Wezareta Tendurustiya Tirkiyê, heta niha li Tirkiyê 368 hezar û 513 kes tûşî Koronayê bûne. Ji wê hejmarê 10 hezar û 27 kesan canê xwe jidest dane û 319 hezar û 181 kes jî baş bûne.