Polîsê Stenbolê êrîşî ser kombûna çiqa ciwanên partiyên kurd kir
Hêzên polîsê Stenbolê bi êrişa ser kombûna çiqên ciwanan a partiyan û tevgerên siyasî yên kurd li Tirkiyê herîkêm 40 kes girtin.
Çiqa ciwanan a partiyan û rêxistinên sivîl yên kurd li Tirkiyê ji wan Partiya Demokratîk a Gelan, HDP, Ciwanên Demokratîka nû, Yekitiya xwendevanên serhildayî û hêzên ciwanên serhildayî roja Yekşemiyê li meydana Kadîkoya Stenbolê bona piştgriya ji kempêyna Yekitiya çiqa ciwanan a partiyan û tevgerên siyasî kom bibûn ku kombûna van ciwanan rastî mudaxila polîs û girtinên berfireh hat.
Piştî dorpêçbûna vê kombûnê ji aliyê hêzên polîs û berxwedana kombûyiyan li hember hişyariyên hêzên polîs derheq belavbûnê, polîs bi tund û tûjî mudaxile kir û herîkêm 40 kes ji neraziyan bi tûn û tûjî ji aliyê polîs ve hatin desteserkirin.