Cotmeh 25, 2020 22:55 Asia/Tehran
  • Ermenistan: belgeyên zav hene ku hêzên taybet ên Tirkiyê di şerê Qerebaxê de beşdar in

Dozgeriya Giştî ya Ermenistanê piştrast kir ku wan têkildarî beşarbûna hêzên taybet ên dewleta Tirkiyê di şerê li Qerebaxê de, gelek delîl bi dest xistine.

Nivîsgeha Dozgeriya Giştî yê Ermenistanê piştrast kir ku gelek endamên hêzên taybet ên girêdayî hêzên çekdar ên dewleta Tirkiyê beşdarî şerên li Qerebaxê bûne, her wiha diyar kir ku wan di vê derbarê de gelek îspat bi dest xistine.

Nivîsgeha Dozgerê Giştî yê Ermenistanê ku gotinên xwe li gor gelek delîl û îspatan dibêje, diyar kir ku ji Tebaxa îsal ve gelek endamên hêzên taybet ên dewleta Tirkiyê artêş perwerde kirine û yekser beşdarî operasyonên leşkerî bûne.

Di 27`ê Îlonê de, di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de şer dest pê kir. Ji bo rawestandina şer, bi navbeynkariya Rûsyayê di 10 û 18`ê Cotmehê de du peymanên agirbestê pêk hatin, hemwextî wê yekê hewldanên dewleta Tirkiyê yên bidawîkirina peymanên agirbestê hene.

Serepeyv