Demîrtaş: Gişt operasiyonên dijî HDPê bi armancên siyasî pêk tên
Cotmeh 24, 2020 19:24 Asia/Tehran
Demîrtaş di axaftinekê da tevî amajeya bi operasiyonên vê dawiyê dijî HDPê, ev operasiyon ji ber armancên siyasî da zanîn.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Selahedîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di gotûbêja bi ajansa nûçeyan a Bianet'ê ra got: "Kiryarên ku roja îro dijî me pêk tên, komploloya herî mezin a siyasî ya saziya dadweriyê di dîrokê da ye. Lê d ivê ewna vê yekê bizanin dema wê ku bigihêje, gişt siyasetmedar, endamên saziya dadweriyê û medyayên ku destê wan di vê komploya siyasî da hebûye, dê li ber saziya dadweriya serbixwe hesabê bidin."