Civaknas Dûrak: Astengkirina zimanê zikmakî qirkirina çandî ye
Civaknas Yasîn Dûrak qedexekirin û astengkirina axaftina bi zimanê zikmakî wekî "qirkirina çandî" pênas kir û got ev jî bi qasî qikirinê sûcekî mezin e.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) ji Îzmîrê, Ji ber polîtîkayên nîjadperest û cihêkariyê zext û zoriyên li ser kurdî li Tirkiyê zêdetir dibin. Yek ji van zextan jî herî dawî li Stenbolê qewimî û Qeymeqamtiya Gazîosmanpaşayê nehişt lîstika Bêrû ya bi kurdî bê lîstin.
Civakna Yasîn Dûrak ku gava li Zanîngeha Enqereyê wekî lêkolîner dixebitî hatibû îxrackirin, qedexekirina lîstika Bêrûyê û zextên li ser kurdî nirxandin.
'BIRYARA QEDEXEKIRINÊ BRIYAREKE NEHEVGIRTÎ YE'
Dûrak, anî ziman ku bi kurdî qedexekirina lîstika nivîskarê îatlayanî Darîo Fo, biryareke nehevgirtî ye û got, ji lewra heman lîstik berê jî geleke caran hatiye lîstin. Her wiha Dûrak, diyar kir ku bi hinceta "xerakirina pergala cemaweriyê" jî hinceteke pir komîk e û got, lê belê sedema sereke ya lîstikê astengkirina projeya tirkiyeyîbûnê ya tevgera kurd e. Dûrak got: "Li dijî kurdî dîkekirineke pir aşkere heye. Li vî welatî heger hûn tirk bin, gere hûn misilman jî bin. Lê heger hûn kurd bin, misilmantiya we têrê nake. Gere hûn her tim teslîmiyeta xwe ya ji bo rêvebirên tirk ên sunnî ragihînin. Ev paradîgmaya serdema nû ye. Tenê ne nasnameya kurdî, gelek kesên ku ne li gor qalibê AKP'ê bi 'terorê' tên etîketkirin."
QIRKIRINA ÇANDÎ
Dûrak, anî ziman ku ji avakirina komarê heya niha polîtîkayeke asîmlasiyonê li hemberî nasnameya kurdan û çanda kurdî heye. Dûrak, destnîşan kir ku qedexekirin û astengkirina axaftina bi zimanê zikmakî qirkirineke çandî ye û got, ev jî bi qasî qikirinê sûcekî mezin e.