Paşinyan: Dewleta Tirkiyê hewl dide xetên gazê yên ber bi Ewropayê ve kontrol bike
Cotmeh 19, 2020 17:18 Asia/Tehran
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşinyan armancên bingehîn ên mudaxela dewleta Tirkiyê di şerê li Qerebaxê de eşkere kirin û got ew hewl dide xetên gazê yên ber bi Ewropayê ve kontrol bike.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşinyan piştrast kir ku dewleta Tirkiyê bi armanca kontrolkirina xetên gazê yên ber bi Ewropayê ve mudaxeleyê li şerê di navbera Komara Azerbêcan û Ermenistanê de kir, ne ku mîna îdia dike ku ji bo ku axa Azerbêcanê rizgar bike.
Li gorî Nîkole Paşinyan derfeta dawîn sala 2011`an bû û got: "Wê salê lûtkeya Rûsya, Azerbêcan û Ermenistanê li dar ket û bê encam ji bo diyarkirina rewşa qanûnî ya Qerebaxê bi dawî bû."