Cotmeh 19, 2020 10:36 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu û Îmamoglu pîrozbahiya damezrandina HDPê kirin

Her yek ji Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel, Kemal Kiliçdaruglu û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Ekrem Îmamuglu bi boneya 8mîn salvegera damezrandina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), pîrozbahî li wê partiyê kirin.

Her yek ji Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel, Kemal Kiliçdaruglu û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Ekrem Îmamuglu bi boneya 8mîn salvegera damezrandina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), pîrozbahî li wê partiyê kirin.

Kiliçdaruglu di peyama xwe de hêviya serkeftinê bo HDPê dixwaze û dibêje, “di van rojan de, her ku diçe em bêriya dadperweriyê dikin, em hêviya serkeftinê ji we re  dixwazin, ji ber wan hewldanên we ku sûdê digihînin demokrasiya welat.”

Ew peyama Kiliçdaroglu di demekê de ye, ku HDPê ji bo merasîma salvegera damzrandina xwe, Kiliçdaruglu vexwendibû, lê wî beşdarî di merasimê de nekir.

Herwiha Şaredarê Metropola Stenbolê, Ekrem Îmamuglu jî di peyamekê de pîrozbah li hemû alîgirên HDPê kir.

Ekrem Îmamoglu di peyama ya bo rêveberiya HDPê de dibêje: “Bi helkefta heştemîn salvegera damezrandina Partiya Demokratîk a Gelan, ji dil pîrozbahiyê li we û tevahiya alîgirên we dikin.”

Wî sipasiya hemû wan alîgirên HDPê kir ku deng dane wî û diyar kir, HDPiyan îradeya demokrasiyê hebû û li hember nedadperweriyê rawestiyan.

Serokê Şaredariya Stenbolê dibêje: “Di vê rêya ku me ji bo stenboleke dadperwertir û wekhevtir daye ber xwe, careke din spasiya xwe pêşkêşî tevahiya wan alîgirên we dikim ku îaradeyeke wan a demokrasîxwaz hebû û rûbirûyê nedadperweriyê û neheqiyê bûn. Bi vê helkeftê tekez dikim ku ti carî em dest ji berfirehkirina aştiyê û mezinkirina biratiya xwe bernadin.”

Îmamoglu ku di hilbijartinên şaredariyan de, li Stenbolê berbijêrê Hvepeymaniya Millet a di navbera CHP û ÎYÎ Partiyê de bû, bi sedema piştevaniya HDPê di hilbijartinan de biserketibû.

HDP di 15ê Cotmeha 2012an de hat damezrandin û di hilbijartinên herî dawî yên parlemana Tirkiyê de, 5 milyon û 866 hezar û 309 deng bi dest anîbû ku dike %11.7 ji rêjeya tevahiya dengderên li Tirkiyê. HDPê bi wan encaman, 67 kursî ji 600 kursiyên parlamentoya Tirkiyê misoger kiribû.

Serepeyv