Cotmeh 17, 2020 21:53 Asia/Tehran
  • Altan Tan: Demîrtaş neçar kirin dest ji kar berde

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan ragihand ku bi zorê destjikarberdana hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş hate xwestin.

Parlamenterê berê yê HDPê Altan Tan di hevpeyvîneke ligel rojnama Akşamê de rexne li partiya xwe ya berê girtin û ragihand ku di bin navê “Tirkiyêbûnê” de HDP bo çepgirên marjînal hate radestkirin.

Altan Tan ku bi xwe sala 2018an dest ji HDPê berdeya, dibêje ku bi zorê destjikarberdana hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş hate xwestin.

Tan îdia dike: “Di demên dawiyê de Selahedîn Demîrtaş di nav partiyê de dihat îzolekirin. Bi zorê destjikarberdana wî xwestin. Demîrtaş ji ber zextên partiyê îstifa kir. Ji şofêrê wî bigirin heta kesên nêzîkî wî kar dikirin, hemû ji kar hatin dûrxistin. Tevî ku azadiya wî dixwazin çima neçar kirin îstifa bike. Û çima weke karê yekem ew karmendên nêzîkî wî jî ji kar dûrxistin?”

Parlamenterê berê yê HDPê amaje bi wê yekê kir ku bi çek têkoşîna demokrasiyê nabe û wiha pê de çû: “HDP dê derbarê vê mijarê de biryareke bide. Dê bi zelalî helwesta xwe diyar bike û ji çarçoveya helwesta demokratîk dernekeve. Tirkiyebûn ne ew tişte ku tu xwe radestî grûpên çepgir bikî. Em nabêjin bila HDP slavê nede çepgirên marjînal, lê 83 milyon kes jî ne çepgirên marjînal in. Eger HDP bixwaze bibe partiyeke Tirkiyê, berî her tişt divê pêşwaziyê li tevahiya rengên Kurdan bike.”

Serepeyv