Cotmeh 16, 2020 23:17 Asia/Tehran
  • Lêkolerê ku navên resen ên li Kurdistana Tirkiyê dinexişîne

Lêkolîner Mordem Zel ku navên rasteqîn ên bajar, gund, çem û çiyayên Kurdistana Tirkiyê li nexşeyê dinexişîne, diyar kir ku navê gundên 100 navçe û bajaran berhev kiriye û got: “Armanca min ew e ku nexşeyan temam bikim û pişt re jî wek ansîklopediyekê bidim çapkirin.”

Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi pênûsa "Fahrettîn Kilic û Cahît Olmez" nivîsiye: "Li Tirkiyê navê bi deh hezaran gundan ên bi erebî, bûlgarî, ermenî, gurcî, kurdî, lazî, suryanî, yûnanî hatine guhertin û navên tirkî li wan hatine kirin. Guhertina navan piştî darbeya leşkerî ya "Cemiyeta Îttîhat Terakkî" ya sala 1913’an de di çarçoveya polîtîkayên tirkkirinê de dest pê kiriye û heta îro jî didome. Li gorî daneyên fermî, navên 12 hezar û 211 gundan hatine guhertin û kirine tirkî. Bi gundan re navê çem, gelî û çiyayan jî hatine guhertin û navên tirkî li wan hatine kirin. Bi giştî navên 28 hezar gund, çem, gelî û çiyayan hatine guhertin." 

JI MEREQA ETÎMOLOJIYA NAVAN KETE RÊ 

Lêkolîner û Berhevkar Mordem Zel guhertina navan ên li Kurdistana Tirkiyê ji xwe re kiriye xem û ketiye pey navên berê yên çiya, gund, bajarok, navçe û bajaran. Heta niha li 100 navçe û bajarên Kurdistana Tirkiyê xebat meşandiye û navên berê kom kirine û li nexşeyê (xerîte) nexşandiye. Mordem Zel, derbarê vê xebata xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û qala xebata ku dimeşîne kir.

 Ji ber şewitandina gundê wan Huseynîkê yê li navçeya Licê Zel, di salên 1990’an de koçî Stenbolê dike û di sala 2004’an de careke din vedigere gundê xwe. Piştî vegera gundê xwe Zel, ji ber meraqa xwe ya etîmolojiya navan, bi navê gundê xwe dest bi xebata xwe dike. 

DI 2010’AN DE DEST PÊ KIRIYE 

Mezopotamyayê wiha nivîsiye: Zel, destnîşan kir ku bi hesaba ku wê di pêşerojê de sazî û dezgehên kurdan çêbibin û nexşeyên amade bike wê bên daleqandin, dest bi xebata xwe kiriye û wiha got: “Min di sala 2010’an de dest bi berhevkirina navan kir. Pişt re li ser tora civakî ji aliyê rastnivîs û gotinê de jî danûstendinên min bi hin kesan re çêbûn. Min lêkolîna xwe ji sedî 50’î di cih de kiriye. Cihên ku ez negihiştimê jî bi riya telefonê xwe gihandiye wan.” 

BAJARÊNM LI WAN XEBITIYE

 Heta niha Zel navê hemû gundên navçeyên Amed, Mêrdîn, Colemêrg, Sêrt, Çewlik, Xarpêt û Dêrsimê xelas kiriye û li bajarên mîna Riha, Meletî, Sêwaz, Erzîngan, Erzirom, Qers û Agiriyê jî navên gundên hin navçeyan berhev kiriye. Zel, li Mereşê li ser navên gundên navçeya Bazarcixê, li Semsûrê navçeya Kolikê, li Meletiyê navçeya Çarmixê, Argehê, li Erzînganê navçeya Têrcanê, li Erziromê navçeya Xinisê, li Qersê navçeya Dîgorê xebitiye. 

ARMANCA WÎ ANSÎKLOPEDÎ YE 

Zel, bi lêv kir ku di şertên zor û zehmet de xebatên xwe meşandine û di vê derbarê de ev tişt got: “Armanca min ew e ku ez nexşeyan temam bikim û pişt re jî wek ansîklopediyekê bidim çapkirin. Xebatên bi vî rengî divê wek sazî bên kirin. Ev xebat bi şexsî min da meşandin. Ji ber ku derfetên saziyan zêdetir in wek sazî werin meşandin çêtir e. Derfetê min hebe ku ez bi saziyekê re bixebitim ez ê encamên baştir jê derxînim.”

 

 

 

Serepeyv