Cotmeh 15, 2020 21:02 Asia/Tehran
  • HRW ji Tirkiyê xwest ku li deverên kurdî yên Sûriyê ti ziyan negihêje sivilan

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan(HRW) ji Tirkiyê xwest ku di operasyonên ku li deverên kurdî yên Sûriyê beşdar dibe de, sivîl û cihên wan bêne parastin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di raporteke xwe ya nû de, behsa êrîşên balefirên şer ên Rûsî û Sûrî dike, ku li ser parêzgeha Idlibê têne encamdan û ligel wê banga Tirkiyê jî dike ku li deverên kurdî yên Sûriyê sivîlan neke hedefa xwe.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan herwiha daxwazê ji Tirkiyê dike ku sivîlên ji ber şerê li Sûriyê revîne cih ji wan bo wan dabîn bike.

HRW herwiha banga Enqerê dike ku di operasyonên ku Tirkiye li deverên kurdî yên Sûriyê beşdar dibe de, sivîl û cihên wan bêne parastin.

Di heman demê de Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku bila saz û dezgehên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ji bo dabînkirina derman û kelûpelên xwarekê bo deverên kurdî yên Sûriyê garantiyê ji Tirkiyê werbigirin.

Herwiha hat bibîrxistin ku ji ber vetoya Rûsyayê alîkariyên mirovî ji bilî herêmên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de bo ti herêmeke din nayên pêşkeşkirin.

Serepeyv