Şerq El-Ewsat: Ji ber tevgerên Tirkiyê li Qefqadyayê Rûsya li bakurê Sûriyê zextê li dewleta Tirkiyê dike
Rojnama Şerq El-Ewsat di gotareke xwe de balê dikişîne ser hewldan û tevgerên dewleta Tirkiyê yên şerxwaziyê li Qefqadyayê û pîjkirina Komara Azerbaycan ji bo berdewam kirina şerê li dijî Ermenistan û bandora vê yekê li Sûriyê.
Têkildarî rewşa Sûriyê rojnama Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Rewşa li herêma başûrê Qefqasyayê, êdî bandorê li Sûriyê û nexasim li “herêma bêçek" a Idlibê dike. Balkêş bû ku duh wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov di nirxandina tevgera dewleta Tirkiyê li her du herêman de, bi hev ve girê dan.”
Vê Rojnama erebî wiha domand: "Li gorî raporên li Moskovê, Rûsya ji ber veguhastina çekdaran ji Sûriyê ber bi herêmên başûrê Qefqasyayê, fikarên wê zêde dibin. Her wiha ji ber israra dewleta Tirkiyê li ser çareseriya leşkerî li Qerebaxê, dibe ku Moskow bi rêya gurkirina şerekî muhtemel li Idlibê, zextê bi awayekî yekser li Enqerê bike."
Di heman demê de Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li Idlibê hişyarî da.”