Cotmeh 14, 2020 21:39 Asia/Tehran
  • Platforma Zimanê Kurdî ji Dîyanetê daxwaz kir ku xizmetên bi kurdî bên dayîn

Platforma Zimanê Kurdî, bi daxwaznameyekê ji Diyanetê xwest ku xizmetên olî yên bi tirkî didin bi kurdî jî bidin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Platforma Zimanê Kurdî, ji Dîyanetê daxwaz kir ku xizmetên ku tirkî dide li Kurdistana Tirkiyê bi kurdî bide. Platformê, derbarê mijarê de daxwaznameyêkê amade kir û bi rêya PTT’ê û e-maîlê ji Serokatiya Karên Diyanetê re şand. Paltformê, di destpêka daxwaznameya xwe de cih da çend ayetên derbarê mijarê de û bal kişand ser giringiya xizmetên olî yên bi zimanê kurdî. 

NAVEROKA DAXWAZNAMEYÊ 

Kurteya daxwaznameya paltformê wiha ye: “Cudabûna ziman û rengan ji ayetên Xwedê ye. Ji bo ku her misilman olê baştir fêm bike, fêrbûna bi zimanê dayikê mafê bingehîn e. Dema ku me li rewşa nêzî 30 milyon kurdên vî welatî ku zêdetirî wan misilman û şafî nêrî dît ku nikarin di çarçoveya ayet û hadîsan de xizmeta olî bigirin. Lê li bajarên kurdan di mizgeftan de hemû xizmetên olî bi tirkî û li gorî mezhebê Henefî ne. 

‘KURD BI ZIMANÊ DAYIKÊ XIZMETÊ NAGIRIN’

 Kurd li tu mizgeftê xizmeta weaz û xutbeyên înê bi zimanê xwe yê dayikê û li gor mezheba xwe nagirin. Zarokên kurdan li qursên Qûranê nikarin bi zimanê dayika xwe Quranê fêr bibin. Jin, zilam, pîr û zarokên kurd ên dibistan nexwendine ji derveyî zimanê xwe yê dayikê zaravayên kurmancî û kirmançkî tu zimanên din nizanin. Ji ber vê yekê kurdên ku tirkî nizanin xizmeta li mizgeftan tê dayîn nagirin. Ji ber vê yekê di çarçoveya mafê xizmeta olî girtinê de hem li gor mafên mirovan ên gerdûnî, hem mafên zarokan û hem jî mafê welatîbûyînê de em dixwazin ku xizmeta olî çawa ji civaka tirk û mezhebê Henefî re tê dayîn bila heman xizmet ji kurdan û mezhebê şafî re jî bê dayîn.” 

 

 

 

 

 

Serepeyv