Cotmeh 12, 2020 18:58 Asia/Tehran
  • Hejmara goriyên vîrûsa koronayê li Tirkiyê jorda diçe

Li Tirkiyê li 24 sietên erbasbûyî 59 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 1500 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Tirkiyê ragihand, di nav 24 saetên borî de hezar û 502 kes bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 335 hezar û 533 kesan.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 59 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 8 hezar û 837 kesan.

Li gorî amarên han, di nav 24 saetên borî de hezar û 411 nexweşên Koronayê jî baş bûne û hejmara yên ku baş bûne gihîştiye 294 hezar û 357 kesan.

 Hevgavê zêdebûna hejmara goriyên koronayê, dewleta vî welatî bona girtina pêşiya pêla payîzî ya vîrûsa koronayê, cirîmeyên giran berçav girtine.

 

Serepeyv