Elî Babacan wêdadayîna şaredarên HDPê ji aliyê hikûmetê va rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320293-elî_babacan_wêdadayîna_şaredarên_hdpê_ji_aliyê_hikûmetê_va_rexne_kir
Serokê Partiya Dêmokrasî û Pêsşektinê ya Tirkiyê (DEVA) tevî rexneya ji wêdadayîna şaredarên HDPê, ev kiryar wek bêwatekirina hilbijartinê û derba li demokrasiyê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2020 18:20 Asia/Tehran
  • Elî Babacan wêdadayîna şaredarên HDPê ji aliyê hikûmetê va rexne kir

Serokê Partiya Dêmokrasî û Pêsşektinê ya Tirkiyê (DEVA) tevî rexneya ji wêdadayîna şaredarên HDPê, ev kiryar wek bêwatekirina hilbijartinê û derba li demokrasiyê da zanîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Duvarê, Elî Babacan, Serokê Partiya Dêmokrasî û Pêsşektinê ya Tirkiyê (DEVA) ku çûye Amedê, got: "Li Tirkiyê pirsgirêkine ciddî têkildarî dêmokrasiyê hene. Em pêvajoyekê derbas dikin ku têda hilbijartinê wateya xwe ji dest daye. Em pêvajoyekê dibînin ku bijartiyên gel bi biryareke îdarî ye yekrojî li malên xwe tên girtin. Ev çi şaredar bin, çi endamên Konseya Şaredariyan û çi nûnerên Parlimana Tirkiyê li Enqerê, tu ciyawaziyek tune."