Cotmeh 08, 2020 13:16 Asia/Tehran
  • Berteka Rojnamevan li hemberî binçavkirinê:

Mezopotamya (MA): "Rojnamevanên ku piştgiriya hevalên xwe yên di binçavan de dikin, anîn ziman ku nayê xwestin binpêkirinên mafan ên li Wanê bên nivîsandin û xêzkirin û gotin operasyona dawî ya li hemberî hevalên wan jî perçeyek ji vê yekê ye."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala, belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Fehîm Çetîner û belavkara rojnameyê ya berê Şukran Erdem piştî nûçeya der barê du welatiyên şirnexî ku ji helîkopterê hatibûn avêtin hatin binçavkirin. Hevpîşeyên wan piştgiriya hevalên xwe yên di binçavan de dikin, anîn ziman ku nayê xwestin binpêkirinên mafan ên li Wanê bên nivîsandin û xêzkirin û gotin, operasyona dawî ya li hemberî hevalên wan jî perçeyek ji vê yekê ye." Rojnamevan Oktay Candemîr, anî ziman ku li dijî rojnamevanan zext û zoriyên dijwar hene û got, nayê xwestin binpêkirinên mafan ên li Wanê bên nivîsandin û xêzkirin. Candemîr, bilêv kir ku Wan berê bajarekî wisa bû ku rêxistinên civaka sivîl dikaribûn li kuçeyan çalakiyan li dar bixin û mîhrîcanên çandî lê dihatin lidarxistin û got, lê belê 4-5 sal in bi kod û ruhê bajêr tê lîstin. Candemîr got: "Nexasim jî bi qedexeya hezar û 500 roj in didome û lidarxistina her cur e çalakiyan cuda ye, kirine ku mirov nikarin derkevin derve. Hema bibêje tê xwestin ku Wan ji nirxên xwe, ji dîrok û çanda xwe dûr bikeve. Polîtîkayên taybet pêk tên. Rojnamevanên li dijî vê yekê radibin û tiştên diqewimin dinivîsin, dibêjin û xêz dikin jî hedef tên girtin." 

PERÇEYEKE JI ZEXT Û ZORIYAN E 

Candemîr, diyar kir ku operasyona li dijî hevpîşeyên wî hatiye kirin jî perçeyeke vê yekê ye û got: "Tenê rojnamevanên nûçeyan çêdikin bi şev bi ser malên wan de tên girtin û tên binçavkirin. Jixwe gava ji bo îfadeyê gazî rojnamevanan bê kirin, diçin emniyetê. Lê 6 meh in ev yek guheriye. Zextên li ser rojnamevanan bi awayê operasyonan tên kirin." 

Candemîr, bilêv kir ku zext û zorî çi dibin bila bibin ew ê her tim binivîsin û xêz bikin û got: "Ji lewra rojnamevanî ne sûc e. Ev pîşeya me ye, ev karê me ye. Berpirsiyariya me ya ji bo civakê ye." 

ROJNAMEVANÊN MUXALIF HEDEF TÊN GIRTIN 

Rojnamevan Rûşen Takva jî anî ziman ku berê jî li hemberî rojnamevanên muxalif bi heman awayî binçavkirin û girtin pêk hatibû û got: "Gava çapemeniya serbixwe tunebe wê jiyan raweste. Hevalên me yên di binçavkirinan de, em hemû em amade ne ji bo mafê nûçewergirtinê yê gel bedêlê bidin. Lê belê kesên ku bi awayekî hiqûqî mafê nûçewergirtinê ji dest me digirin û gefan li me dixwin, sibê dusibe wê karibin vê bedêl bidin? Lê dîsa jî em ê di rojnamevaniyê de israr bikin. " 

 

 

 

Serepeyv