Biden bang li Trump kir: Zextê li Tirkiyê bike da ku dev ji provakasyonên xwe berde
Cotmeh 07, 2020 08:27 Asia/Tehran
Namzetê Partiya Demokrat ê serokatiya Amerîkayê Joe Biden bang li rêveberiya Trump kir ku zextê li Tirkiyê bike heta "provakasyonên" xwe bide sekinandin.
Biden di daxuyaniya xwe de got: "Divê rêveberiya Trump zextê li Tirkiyê bike da ku dev ji kiryarên provokatîf ên nû yên li dijî Yewnanîstanê berde, ji bo bihêle dîplomasî biserkeve. "
Biden bang li serokkomarê Tirkiyê kir "Ez bang li serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dikim ku ji biryara xwe ya dawî ya veguherandina mizgefta Ayasofiya paşde vekişe û vegerîne mûzexaneya berê, ji bo her kesî, ortodoksan jî."