Cotmeh 06, 2020 20:51 Asia/Tehran
  •  Mereş; Hemû girtiyên li Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin

Şandeya piştî mirina girtî Mûhammed Emîr çû Girtîgeha Elbîstanê, şewba li girtîgehê piştrast kir. Şandeyê, ragihand ku di qawîşa zilaman de hemû girtî bi şewbê ketine û rewşa wan niha baş e.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbestana Mereşê, girtiyê 57 salî Mûhamed Emîr ê ji Efrînê yê 28 sal in girtî bû, di 2’yê Cotmehê de, ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê, şandeyekê ji endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya Amedê, Baroya Amedê û MED TUHAD-FED’ê pêk tê, Girtîgeha Elbîstanê ziyaret kir. 

Şandeya ku bi rêveberiya girtîgehê û hin girtiyan re hevdîtin kir, dû re ji girtîgehê veqetiya. Endamê OHD’ê Parêzer Riza Polat derbarê hevdîtinên kirin de agahî da û got: “Me bi 3 girtiyan re hevdîtin kir. Di qawîşên zilaman de, hemû girtî bi şewbê ketine û ev 2 roj in dema xwe ya karantînayê temam kirine. Rewş girtiyan niha baş e. Em ê darbarê hevdîtinên me kirin de, raporê amade bikin û dû re ji raya giştî re parve bikin.”

 

 

Serepeyv