Erdogan gefa êrişeke nû ser kurdên Sûriyê xwar
Serokomarê Tirkiyê gefa êrişeke nû bo ser kurdên Sûriyê xwar û got, “me birayên xwe yên Sûrî bi tenê ne hişt.”
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan îro bi rêya vîdyo konferansê beşdarî merasîmeke vekirina bendav û hejmarek saziyên din bû û dîsa axvtinên şerxwaziyê anîn ziman.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan amaje bi pêşhat û aloziyên li navçeyê kir û îdia kir: Tirkiye tevî ku di navenda krîzên cîhanê de cih digire karî li ser lingan bimîne û ev yek jî girê da bi “jêrxaneya baş a di her warî de ye.”
Erdogan behsa bajarê Hetayê jî kir û got di mesela Sûriyê de Hetay yek ji wan bajaran e ku zêdetirîn berdêl dane û barekî giran li xwe girtiye.
Serokomarê Tirkiyê careke din teşkîlata kurdên Sûriyê wek “korîdora terorê” binav kir û got “me ew korîdor hilweşand û nîşan da ku birayên me yên Sûrî ne bi tenê ne.”
Herwiha Erdogan gefa êrişeke nû bo ser kurdên Sûriyê xwar û got, “An ew herêmên terorê dê wek ku soz bi me hatiye dayîn bên paqijkirin an jî em dê biçin vê yekê bikin.”
Erdogan herwiha behsa rewşa parêzgeha Idlibê jî kir ku niha di destê artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên tundrew de ye û got, “aliyên ku li hemberî rêxistinên terorê dengê wan dernakeve dema behs hat ser Tirkiyê hemû exlaq, heq û hiqûqê datînin aliyekê, nikarin me ji rêya me vegerînin. Em rê bi ti pêngavek din nadin ku li Idlibê bibe sedema trajediyeke nû ya mirovî. Em dê berdewam bin li ser acizkirina kesên dijmintiya welat û gelê me dikin.”