Amerîkayê derbarê şerê Ermenîstan û Azerbeycanê de Tirkiye hişyar kir
Cotmeh 03, 2020 13:26 Asia/Tehran
Wezîrê derve yê Amerîkayê derbarê şerê Ermenîstan û Azerbeycanê de Tirkiye hişyar kir.
Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji rojnamevanan re ragehand, ku çekdarên Sûrî ji Lîbya re hatine veguhestin û ew bûye sedemê alozî, şer û kuştinên zêdetir.
Mike Pompeo Tirkiye hişyar kir û ragehand, şandina çekdarên Sûrî bo şerê navbera Ermenîstan û Azerbeycanê heman alozî û şer û kuştinên li Lîbyayê dê li wê navçeyê jî dubare bike.
Heftiya borî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand, heta naha hejmara çekdarên Sûrî li Komara Azerbeycanê geheştiye 850 çekdaran û bendewarî hene hejmarekî zêdetir a çekdaran ji aliyê Tirkiyê ve bên şandin.