SOHR: “Bi dehan” çekdarên Tirkiyê di şerê Azerbaycan û Ermenistanê de hatine kuştin
Tê gotin ku di şerê Azerbeycan û Ermenistanê de, bi dehan çekdarên Sûrî yên ku Tirkiyê bo piştevanîkirina hêzên Komara Azerbaycanê şandine şer, hatine kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) belav kir, di 48 saetên borî de, 28 çekdarên opozîsyona Sûriyê di şerê Qerebaxê de hatine kuştin û termên wan ji bo Tirkiyê hatine veguhastin.
Li gor zanyariyên Rewanegehê, 62 çekdarên din ên Sûrî di şerê Qerebaxê de birîndar û winda ne.
Tirkiye ku di şerê Qerebaxê de piştevaniya Komara Azerbeycanê dike, hejmarek ji çekdarên opozîsyona Sûriyê tevlî wî şerî kirin. Li gor zanayriyên Rewangehê, heta niha Tikriyê 850 çekdarên Sûrî birine nêzîkî Qerebaxê.
Ji roja yekşema borî ve, şer û pevçûn di navbera artêşa Azerbaycan û hêzên Nogorna Qerebaxê yên ku piraniya rûniştiyên wê Ermenî ne derketiye.
Nogorna Qerebax di dema Soviyeta Berê beşek ji Komara Azerbaycanê bû lê piştî serxwebûna komarên Soviyetê, xelkê ermenî yê vê deverê bi piştgiriya Ermenistanê ji Komara Azerbaycanê cida bû.