SOHR: Şîrketên ewlehî yên Tirkiyê çeteyên Sûrî veguhastin Azerbeycanê
Îlon 29, 2020 22:26 Asia/Tehran
SOHR’ê ragihand ku şîrketên ewlehî yên Tirkî çeteyên Sûrî veguhastin Komara Azerbeycanê û piştrast kir ku piraniyan wan ji Tirkmenan in.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe ji çavkaniyên bawerpêkirî wergirtine diyar kir ku hejmara çeteyên ku heta vê demê ji Komara Azerbeycanê re hatine şandin 320 çeteyên Sûrî ne ku ew bi riya şîrketên ewlehî yên Tirkî hatin derbaskirin.
SOHR’ê her wiha da zanin ku çeteyên Sûrî yên li Komara Azerbeycanê piraniya wan ji pêkhateya Tirkmen in û bi hinceta doza nîştimanî çûne Komara Azerbaycanê.