Îlon 28, 2020 20:40 Asia/Tehran
  • Tirkiye; Krîza aborî kûr dibe/ Welatî:

Welatiyên li Stenbolê dijîn, pirsgirêk, zor û zehmetiyên ji ber krîza aborî dijîn vegotin û polîtîkayên desthilatdariyê yên aboriyê rexne kirin. Welatiyan, gazinên xwe anîn ziman û gotin: “Em di nava çiravê de ne. Em têk çûn.”

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Welatiyê bi navê Fadil Ozçelîk, anî ziman ku bi salan e di înşeatê di xebite û wiha axivî: “Ji bêkarî, bi firûtina masiyan debara xwe dikim. 5 zarokên min hene. Lêçûnên malbata min a mehane di navbera 2 hezar û 3 hezarî de ne. Qezenca min encex, têra lêçûnên min bikin. Ligel hemû hewldanan, ez nikarin pêdiviyên xwe temam bikim. Heya dawiya mehê tişte di destê min de namîne. Ger ez rojekê ne xebitim, ezê ji birçîna nekarim nefes bigirim. Encex em dikarin zikê xwe dije bikin. Bi zorê em debara xwe dikin. Lê her roj jî, em bi zamên nû şiyar dibin.” 

ZORÎ RÊZ KIRIN Abdullah Aslan ê kargeiya tekstîlê dike jî, bal kişan ser bandorên krîza aborî û wiha zoriyên dijîn rêz kir: “Di atolyeya tekstîlê 20 xebatkar dixebitin. Tenê mûçeye prîma sîgorteyê 20 hezar TL ye. Em her tim krîdê dikêşin û wisan xebata xwe dewam dikin. Em her tim deyndarin. Em nikarin perê xebatkarên xwe û kirê bidin. Yanî em di nava çiravê de ne. Em têk diçin.”  Alî Guneş xebatkar dest nîşan kir ku ew mehê hezar û 500 TL meaş digire û wiha bilêv kir: “Ez tenê hezar û 250 TL kirê didim. Ez nikarim pêdiviyên xwe dabîn bikim Ji bo kar bikim li kar

digerim. Lê kar tuneye. Ez her tim ji neçarî, ji heval û dostên xwe pere deyn dikim. Min ji hevalekê xwe zêr deyn kir û ji hevalekê xwe yê din jî dolar deyn kiriye. Niha her du jî pir bilind bûne. Ez nizanim ezê çawan van deynê xwe bidim. Ez di rewşekê bêçare de me.” 

 

 

 

Serepeyv