Îlon 24, 2020 20:44 Asia/Tehran
  • Dosyeyeke nû li dijî Selahedîn Demîrtaş hat vekirin

Dozgeriya Komara Tirkiyê li Enqerê bi hilêxistina giliyeke nû li dijî Demîrtaş, dosyeyeke din li dijî wî vekiriye.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê CNNturkê, Tevî ku Selahedîn Demîrtaş Hevserokê berê yê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) ji sala 2016an va li zîndanê ye, Dozgeriya Komara Tirkiyê li Enqerê bi hilêxistina giliyeke nû li dijî Demîrtaş, dosyeyeke din li dijî wî vekiriye.

Di vê dosyeyê bi ragihandina vê yekê ku Demîrtaş, Yûksel Kocaman, Dozgwerê Enqerê wek armanc jibo 'Komên terorîst' nîşan daye, gotinên Demîrtaş derbarê vî dozgerê komarê yê Tirkiyê wek sûc daye zanîn û daxwazeke sizayê di vî warî da amade kiriye.

Di vê daxwazê da Dozgerê Komarê yê Tirkiyê bi tawana "Gef û armancnîşandana kesên ku jibo têkoşîan dijî terorê têdikoşin", daxwaza 3 sal û 8 mehan zindanê jibo Demîrtaş hatiye kirin.

 

Serepeyv