Îlon 20, 2020 15:25 Asia/Tehran
  • Kemal Kilîçdaroxlû: Du an sê salên destpêka perwerdehiyê divê bi zimanê zikmakî be

Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) tevî piştgiriya ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî, bernameya perwerdehiya bi zimanê zikmakî di du an sê salên destpêka dibistanê pêwîst da zanîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnameya Bîrgunê, Kemal Kilîçdaroxlû, Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) ku bi riya vîdyo konferansêbeşdarî civîna Enistîtûya Geşepêdana Dêmokratîk (DPI) a Inglîsê bûbû, tevî piştgiriya ji perwerdehiya Zimanê Kurdî li Tirkiyê wek mijara fêrkirina zimanê zikmakî, got: "Ez bi aşkira pişta perwerdehiya zimanê zikmakî jibo çareserkirina kêşeya Kurdî digirim. Me di vî warî da gelek civîn digel rewşenbîrên kurd hebûye û me mînakên serketî li cîhanê nirxandine. Zarok di du an sê salên destpêka perwerdehiyê da divê bi zimanê zikmakî bên elimandin. Bi awayê hevdem û paralel zimanê fermî jî dê were fêrkirin. Ji sala sêyem an çarem dê dersê bi zimanê fermî bên raberkirin. Ev rêkareke pir guncan e."

Serepeyv