Îlon 16, 2020 19:54 Asia/Tehran
  • Xelatên Dink dan Kavala û Hassan

Weqfa Hrant Dink her sal Xelata Hrant Dink a Navneteweyî dide du kesan ku yek ji Tirkiyê, yek jî ji derveyî Tirkiyê.

Îsal 12'emîn car xelat hat belavkirin. 15'ê rezberê (Îlon) ku roja jidayîkbûna Hrant Dînk e xelat tê belavkirin. Duh ji Tirkiyê karsaz Osman Kavala yê hê jî girtî ye û Mozn Hassan ku li Misrê aktîvîsta mafên mirovan e hêjayî xelatê hatin dîtin.

Ji ber pandemiyê merasima xelatdayînê bi awayê online li dar ket û Şebnem Bozoklu, Alican Yucesoy û Ece Dizdar pêşkêşvaniya şevê kirin.

Serokê Komîteya Xelatê Ahmet Însel di şevê de axivî û diyar kir ku serdema îro ji serdema roja ku Dînk hatiye qetilkirin xirabtir e.

Serepeyv