Îlon 16, 2020 12:56 Asia/Tehran
  •  Tora Ziman û Çanda Kurdî: ‘Dixwazin di nav civakê de kurdî rakin’

Endamê Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî "Bawer Berşev", derbarê daxistina tabeleyên kurdî yên li navçeya Ebexê ya Wanê de diyar kir ku hikumet bi riya qeyuman dixwaze hesasiyeta kurdî ya di dilê gel de têk bibe û ev titş got: “Dixwazin di nav civakê de kurdî rakin.”

Li gorî rapora Mezopotamyayê (MA), Li navçeya Ebexê ya Wanê, tabelayên bi kurdî û tirkî yên gelek gundan ji aliyê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatin daxistin. Li şûna lewheyên bi kurdî-tirkî lewheyên tenê bi tirkî hatin çikandin. Derbarê vê mijarê de gelek bertek hatin nîşandan û ev bertek hêj jî didomin. Endamê Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev têkildarî daxistina tabelayên kurdî de axivî. 

‘BI HATINA QEYÛMAN RE GELEK TIŞT GUHERTIN’ 

Berşev, destnîşan kir ku bi hatina qeyûman re gelek tişt guherîne û wiha got: “Ez bawer im tiştên bi vî rengî dê berdewam bikin, ji ber ku çi tiştên kurdî yên li ber çavên wan bin dê rakin. Ji ber ku wan diêşîne. Ev tenê mebestek e. Ew jî pişaftin e, Ji ber pişaftinê çi tabela be çi tiştên din be dê hêdî hêdî hemûyan rakin. Heke ji ber bertekan nikarin rakin jî dê aleke tirkî deynin ber.

Mesele destpêkê li Şaredariya Ebexê nikaribûn tabeleya kurdî rakin lê aleke tirkî danîbûn ber. Mixabin bi vî rengî êrişî kurdan dikin.” 

‘NAXWAZIN DI NAVA KURDAN DE NAVÊN KURDÎ HEBIN’ 

Berşev, da zanîn ku daxistina tabelayên kurdî tê wateya ku naxwazin di nava kurdan de navên kurdî hebin û ev tişt anî ziman: “Niha li Stenbolê bi hezaran tabelayên îngîlîzî û erebî hene.

Şaredariyê bi xwe daliqandine. Dema li Kurdistanê şaredarî di destê kurdan de bûn, li her derê hezkirina kurdî zêde dibû. Niha hikumet bi riya qeyûman dixwaze hesasiyeta kurdî ya di dilê gel de têk bibe. Ji xeynî vê yekê tu mebesta wan nîne. Dixwazin di nav civakê de kurdî rakin. Dewlet ji destpêka komarê ji peyva kurd aciz e. Dewletê berê kurdbûn qebûl nedikir. Ji kurdan aciz bûn. Lê nêrîn ku kurd her ku diçe di nava gel de zêdetir bi zimanê xwe mezin dibin, ev yek ji bo wan bû aciziyek.” 

‘TOR WÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDE MEŞANDIN’ 

Berşev, bi lêv kir ku "Tora Ziman û Çanda Kurdî" li dijî êrişan tişta ji destê wê tê dike û nirxandinên xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dema me meseleya daxistina tabelayên kurdî bihîst me xwest bixin rojeva Tirkiyê û kurdan. Ji bo ku gel tiştên bi vî rengî bizanibe. Em dixwazin meseleyên bi vî rengî gel bizanibe ku ‘evqas ji te û zimanê te aciz e.’ Divê gel hişyar be heta ku pergal were guhertin an jî hilbijartinek çêbibe dîsa em şaredariyên xwe ji destê wan bistînin. Bi vî rengî çi bi medya civakî çi bi aliyê qanûnî be dê Tor bertekên xwe bîne ziman û têkoşîna xwe bide meşandin.” 

 

 

Serepeyv