Îlon 16, 2020 12:55 Asia/Tehran
  • Colemêrg; Li Çelê çînîna birîncê dest pê kir

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, birincê ku cotkaran bi kedeke mezin çandibû, gihîşt û çinîna wî dest pê kir. Ji ber ku berê wî îsal baş e, cotkaran ji dayînê kêfxweş in.

Welatiyên ku li gundê Biyadîn a navçeya Çelê ya Colemêrgê dijîn, her sal di meha adarê de bi kedeke mezin birinc diçînin. Birîncê ku gundiyan îsal çandibûn, gihîşt û çinîna wî dest pê kir. Di van rojên ku kirîza aborî kûr dibe û her kes ketiye etriya loqek nan, cotkarên birinc destnîşan kirin ku ji ber li gundê xwe ne û çandiniya birinc dikin gelek kêfxweş in. 

‘GUND JI BO ME AVNATAJ IN’ 

Cotkar Adil Akgul, diyar kir ku axa gundê wan bi xêr û bêr e û wiha got: “Ji ber ku axa gundê me bi xêr û bêr e, em çi lê diçînin berhemeke baş jê digirin. Em debara xwe bi çandiniya xwe dikin. Ji ber vîrûs û kirîza aborî me îsal gelek zehmetî kişand. Em li benda encameke baş in ji çandiniya xwe. Ji ber pandemiyê îsal herkesî xwe da çandiyê. Gelek deverên ku bi salan bû çandinî lê nedihat kirin îsal birinc, garis û kuncî lê hatin çandin. Di van rojên ku her tişt zem bûne gund ji bo me dibin avantajên baş.” 

‘VALAKIRINA GUNDAN BÛ DERBE’ 

Mûstafa Akgul ku beriya demeke dirêj mala xwe biriye Konyayê û niha vegeriyaye gundê xwe jî destnîşan kir ku jiyana li bajaran zehmet e û ev tişt anî ziman: “Jiyana li bajaran êdî nayê temûlkirin. Gelek kêfxweş im ku vegeriyame gundê xwe. Piştî vegera xwe ya li gund xweştir dijîm. Ji ber ku her tiştê xwe ez datînim weke ji min re belaş be. Di vê kirîzê de em vê nekin dê nikaribin debara xwe bikin. Di vê pandemiyê de li şûna ku em li bajaran bimînin û aciz bibin, em hatin gundê xwe û karê xwe dikin. Ji ber avhewaya wî em salê du car çandiniyê dikin. Em ê piştî hilberîna birinc dê gênim tov bikin. Di meha adarê de piştî hilalîna gênim em ê dîsa birinc deynin. Di salên 90’î de gundê me hat valakirin. Valakirina gundan derbeyeke mezin bû. Heke nehatibûna valakirin belkî niha ewqas pirsgirêka debarê nebûya. Sedema perîşaniya me îro jî polîtîkayên wê demê ne.” 

DÎSA VEGERIYAN GUNDÊ XWE 

Kadriye Karabûlak jî da zanîn ku ji ber gundê wan bi darê zorê hatiye valakirin koçî bajar kirine û 2 sal in careke din vegeriyane gundê xwe û çandiniyê dikin û wiha got: “Li bajaran me bi salan xîzanî kişand. Çawa ku me derfeta vegerê dît, em vegeriyan gundê xwe û dest bi jiyana xwe ya berê kir. Niha jî bi zarokên xwe re bi tiştên ku me çandine derbara xwe dikin. 

TENÊ DAXWAZA WAN ARAMÎ YE 

Adnan Karabûlak jî bi lêv kir ku di nav 3 mehan de bi qasî ku têra wan a salekê bike birinc bi dest xistine û ev tişt got: “Di vê pêvajoya ku ewqas kirîz heye de em bêyî ku muhtacî kesî bibin dijîn. Ez pêşniyar dikim ku herkesê gundê wan hene vê derfetê ji xwe re bibînin. Tenê em daxwaz dikin ku herkes bi awayekî aram vegere gundê xwe.” 

 

 

 

 

Serepeyv