Îlon 05, 2020 13:57 Asia/Tehran
  • Cotkar:

Cotkarên ku birinca Qerejdaxê diçînin, bal kişandin ser zor û zehmetiyên bi wan re rû bi rû dimînin û gotin, heqê keda wan bi dest wan nakeve.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Cotkarên li herêma Qerejdax a Sêwregê ya Rihayê birincê diçînin, ji ber fiyetê birincê erzan e bi gilî û gazind in. Cotkaran behsa zor û zehmetiyên bi wan re rû bi rû dimînin kirin. Cotkar Sefer Kengîç ku li Taxa Qonaxê birincê diçîne. diyar kir ku heqê keda wan jî bi dest wan nakeve û got: "Em bi derfetên xwe birincê datînin. Lê em bi tenê hatin hiştin." 

Cotkar Cafer Aytar ku li Taxa Otliqê birincê diçîne jî behsa taybetmendiyên birincê kir: "Ev birinc bi hewa û ava Qerejdaxê çêdibe. Li nav zinaran çêdibe. Taybetmendiyeke wê jî birinceke esmer e. Jixwe tahma wê jî ji esmeriya wê ye." Aytar, da zanîn ku nêzî 600 donim birinc çandiye û got: "Karekî zehmet e. Bi destan tê kirin. Ji ber cihê lê çêdibe kevir û zinêr in, makîneya bîçer nikare têkeve navê. Em gişî bi destê xwe ji hev dikin." 

ÊN QEZENC DIKIN XWEDIYÊN FABRÎKEYAN IN 

Aytar, diyar kir ku serê donimê 500 lîre mesref kiriye û got, di meha Îlonê de dest bi berhevkirina wê kirine, lê belê fiyetê wê tenê ji aliyê du fabrîkeyên li herêmê hatiye diyarkirin û ew jî mecbûr mane bifiroşin. Aytar, diyar kir ku par kîloya birincê bi 5 lîreyan didan û got: "Tiştek di dest me de namîne. Fabrîkator qezenc dikin. Heger alternatîveke din hebûya, wê rewş ne wiha bûya. Me yê bi xwe fiyetê birinca xwe diyar bikira. Niha ew bêjin çi wekî wan e û em jî ji mecbûrî bi wî fiyetî didin." 

‘HEQÊ KEDA ME JÎ BI DESTÊ ME NAKEVE' 

Cotkar Sefer Kengîç jî bilêv kir ku bi derfetên xwe gol çêkirine û bi ava wan golan birincê berhev av didin û got: "Em bi derfetên xwe birincê datînin. Li herêmê bi hezaran ton birinc tê hilberandin. Lê tenê du fabrîke hene. Em jî ji mecbûrî bi erzanî didin wan. Lewma heqê keda me jî bi dest me nakave. Em bi tenê hatin hiştin."

 

 

Serepeyv