Îlon 03, 2020 10:38 Asia/Tehran
  • Yuksekdag name ji Parlamenterê Ewropayê re şand

Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî bersiv da nameya Parlamenterê Ewropayê Andreas Schîeder.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezsopotamyayê (MA), Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku niha li Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê tê ragirtin bersiv da nameya Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê (PE) Andreas Schîeder. Yuksekdag ji ber desteka li têkoşîna azadiya polîtîk a li Tirkiyê û Kurdistana vî welatî û ji bo piştevaniya bi hilbijartiyan re malavayî li Schîeder kir. Yuksekdag bal kişande ser nehiqûqî û nêzîkatiyên cihêkar û operasyonên siyasî yên li ser partiya wan û ji bo ku atmosfera demokrasî, azadî û aştiyê yek gavê jî ji hewldan û têkoşînê xwe nedana alî û hêzê dide wan ku ew û Scîeder û dostên wan ên din ji bo ku rewşa girtîbûna bi dawî bibe bi eynî hîs û daxwazên digihijin hev.
 

Serepeyv