Tebax 23, 2020 09:33 Asia/Tehran
  •  Parlamenterê HDPê derbarê pandemiya Koronayê li Êlihê hişyarî da

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dr. Necdet Îpekyuz derbarê belavbûna vîrusa koronayê de hişyarî da û ragihand ku ji meha Hezîranê ve haletên pêketina vîrusên koronayê zêde dibin û got: “Hejmara haletên koronayê têne veşartin û ji ber wê yekê ti planeke baş bo rêgirtina li ber belavbûna koronayê nayê danîn.”

Parlamenterê HDPê yê Êlihê Necdet Îpekyuz ji Rûdawê re tekîldarî rewşa koronayê ya Êlihê de got:.Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê amarên rast ên haletên koronayê diveşere û got ku zanyariyên zelal belav nake.

Îpekyuz hişyarî da ku li Êlihê rê li ber belavbûna koronayê nayê girtin û wiha got: “Rêjeya haletên koronayê ji hemû kesê vedişêrin. Dema cara ewil Covid-19 derket gotin ku em hemû bergiriyan dikin û em ser dikevin. Piştre jî di meha hezîranê de rewşa asayîbûnê ragihandin. Xelk jî li gor biryarên hikûmetê tevgerî û dest ji tedbîrên xwe berdan û beşdarî şîn û dawetan bûn û karên xwe yên rojane berdewam kir. Ev yek jî bû sedem ku li bajarên Kurdan rêjaya haletên Covid-19 zêde bibin.”

Bi gotina Necdet Îpekyuz di heyama pandemiyê de li Êlihê av û elektirîk tê qutkirin û ew dibêje: “Niha qeyûm bo şaredariyê hate danîn û ti banga bi zimanê dayîkê nakin. Rojane 5 saetan avê qut dikin. Nexweşxanên ji bo koronayê hatine veqetandin hemû tije bûne. Derman nemane û ji bajarên derdorê dixwazin.”

Ji aliyê din ve Jûra Pizîşkan a Êlihê dibêje ku berpirsên hikûmî yên li wî bajarî derbarê rewşa koronayê de xemsariyê dikin û hatiye gotin, “rewş hatiye wê astê ku hem li ser tendirustiya civakê û hem jî li ser tendirustiya karmendîn tendirustiyê bûye metirsiyek.”

Serokê Jûra Pizîşkan a Êlihê, amaje bi wê kir ku ji ber nebûna cih li beşên çavdêriya hûr, hejmarek ji nexweşên Coronayê canê xwe ji dest dane.

Serokê Jûra Pizîşkan a Êlihê ragihand ku heta niha li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê 600 karmendên tendirustiyê bi vîrusa Coronayê ketine û daxwaz kir ku amarên Coronayê bi awayekî şefaf bên belavkirin û tedbîrên pêwîst bên girtin.

Serepeyv