Tebax 21, 2020 16:59 Asia/Tehran
  • Tirkiyê dibêje 4 endamên PKKê kuştin, PKK jî dibêje 10 leşkerên Tirkiyê kuştine

Wezareta karên hundir a Tirkiyê dibêje li parêzgeha Agirî li rojhilata vî welatî 4 endamên PKK kuştin. Ji aliyê din ve PKKê dibêje: Li Biradostê wesayîtek leşkerî ya artêşa Tirkiyê teqandiye û 10 leşkerên vî welatî kuştin.

Wezareta karên hundir a Tirkiyê îro ragihand ku di encama operasiyonekê li dijî endamên PKKê li derdora bajarê Bazîdê ya parêzgeha Agirî de ku bi piştgiriya hêza hewayî ji bo dabînkirina ewlekariya navçê li dar ket 4 endamên PKKê kuştine.

Vê wezaretê ragihand ku ev operasiyon hîn berdewam dike.  

Ji aliyê din ve PKKê jî ragihand ku di encama teqîna wesayîtek leşkerî ya leşkerên Tirkiyê li Herêma Biradostê de, 10 leşkerên dewleta Tirkiyê hatin kuştin.

Çavkaniyeke ser bi PKKê ragihand ku leşkerên Tirkiyê bi helîkopteran cenazeyên xwe rakirine. Çavkaniya hanê herwiha ragihand ku wesayîta leşkerî ji aliyê ûervanên PKKê ve hatiye teqandin.

Herwiha tê gotin ku leşkerên Tirkiyê li gundê Şapanî ya ser bi Biradostê gulle berdane ser xelkê herêmê. Li gorî agahiyan di encama êrişa lekerên Tirkiyê de, welatiyek birîndar bûye û rakirine nexweşxana Mêrgesorê.

Serepeyv