Piştî êrişa bajaroknişînên siyonîst ser bajarokê Calûd li başûrê rojhilata Nablosê, herîkêm 6 filistînî bi derba gulleya wan birîndar bûn.
Di encama gulleavtina li Sênt Loyîsa Emerîkayê kesek hat kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê a ku gelek dever li Herêma Kurdistanê û bakura Sûriyê dagir kirine careke din herêma Biradost topbaran dike.
Fermandarekî Pêşmerge îdia kir ku li devera Biradost a ser bi nahiya Sîdekanê ve, çekdarên PKKê êrîşî ser xaleke hêza Pêşmerge kirin.
Balefirên şêrr ên artêşa Tirkiyê careke din cihwarên jiyanê û gundên Herêma Kurdistanê nemaze li bintara çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.
Firokeyên şer ên Tirkiyê çend cihên ser bi bajarokê Sîdekanê ve li devera Biradosta Herêma Kurdistanê bombebaran dikin.
Wezareta karên hundir a Tirkiyê dibêje li parêzgeha Agirî li rojhilata vî welatî 4 endamên PKK kuştin. Ji aliyê din ve PKKê dibêje: Li Biradostê wesayîtek leşkerî ya artêşa Tirkiyê teqandiye û 10 leşkerên vî welatî kuştin.
Behreynê bombebaranên dewleta Tirkiyê ên li ser deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê şermezar kir û ev êriş wek binpêkirina serweriya Iraqê û gefa li ser ewlehiya herêmê bi nav kir.
Wezîrê Kar û Barên Derve yê Îmaratê Enwer Qerqaş ragihand ku li dijî "binpêkirinên Tirkiyê" welatê wî piştgiriya Iraqê dike. Misirê jî êrişa Enqerayê ya li dijî wesayîteke Hêzên Parastina Sînor ên Iraqê re şermezar kir.
Berdevkê giştî yê artêşa Iraqê Yehya Resûl bombebarana dewleta Tirkiyê ya li ser herêma Sîdekanê ku di encama wê de fermandarên artêşa Iraqê hatin kuştin, şermezar kir.