Fermandarekî Pêşmerge: PKKê li devera Biradost êrîşî xaleke Pêşmerge kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i326117-fermandarekî_pêşmerge_pkkê_li_devera_biradost_êrîşî_xaleke_pêşmerge_kir
Fermandarekî Pêşmerge îdia kir ku li devera Biradost a ser bi nahiya Sîdekanê ve, çekdarên PKKê êrîşî ser xaleke hêza Pêşmerge kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 06, 2021 08:35 Asia/Tehran
  • Fermandarekî Pêşmerge: PKKê li devera Biradost êrîşî xaleke Pêşmerge kir

Fermandarekî Pêşmerge îdia kir ku li devera Biradost a ser bi nahiya Sîdekanê ve, çekdarên PKKê êrîşî ser xaleke hêza Pêşmerge kirin.

Fermandarê Fermandariya Helgurd, Behram Erîf Yasîn ji K24ê re ragihand, çekdarên PKKê bi çekê RPG, BKC û bi çekê sivik êrîş ser xaleke Pêşmerge li devera Biradost kir.

Wî herwiha diyar kir ku hêza Pêşmerge ya li wê xalê bersiva êrîşa çekdarên PKKê dan û ti ziyanên canî di nava hêza Pêşmerge de nebûn.

Behram Erîf Yasîn got: " PKK dixwaze li Herêma Kurdistanê tevliheviyê derxe. Divê PKK rêzê li rewş û yasayên Herêma Kurdistanê re bigire"