Tebax 20, 2020 15:57 Asia/Tehran
  •  Li Dîlokê notirvan rezê tiriyan diparêzin

Îslahiyeya navçeya Dîlokê (Gazîantebê) qetandina tiriyên ku li ser 50 hezar dekarî hatine danîn dest pê kir, ji bo ku di rezê tiriyan da dizî çênebe Yekîtiya Parastina Malên Cotkaran 8 notirvan wezîfedar kirin û notirvan şev û roj nobetê digirin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Serokê Yekîtiya Parastina Malên Cotkaran a Îslahiyeyê Cemal Yildirim daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ji bo ku di rezê tiriyan da dizî çênebe, wan 8 notirvan girtin û notirvan şev û roj nobetê digirin.

Yildirim got ku ew bi vî hawî xwedî li keda cotkaran dertên û wiha dewam kir, "Li navçeya me bi destpêka qetandina tiriyan va em 950 hezar kok rezên tiriyan diparêzin. Car caran dizî çêdibe. Em wan jî digirin û teslîmî cendirmeyan dikin."

Li Deşta Îslahiyeyê Altinuzum, Bogazîçî û Yeşîlyurt di serî da li 15 taxan qetandina tiriyên "reşika Antebê", "tiliya xatûnê", "kardînal" û "sultani"yê tê kirin.

 

 

 

Serepeyv