Tebax 17, 2020 19:55 Asia/Tehran
  • Pûtîn ji Erdogan re: Divê danûstandinên Lîbyayê yên yekser dest pê bikin

Serokomarê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi rêya telefonê bi serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re axivî û got pêwîst e danûstandinên yekser di navbera aliyên şer ên li Lîbyayê de pêk bên. 

 Li gorî nivîsgeha çapemeniyê ya Kremlînê, Pûtîn bi riya telefonê bi serokkomarê Tirkiyê Erdogan re li ser rewşa Sûriye û Lîbyayê axivî.

Ajansa RIA Novosti ya Rûsyayê ragihand ku her du aliyan da zanîn ku divê aliyên dijber pêngavên rastîn ên ber bi agirbesta mayînde û destpêkirina danûstandinên yekser ve pêk bînin, her wiha divê li gorî biryarên Konferansa Berlînê û biryara Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2510’an a girêdayî aloziya Lîbyayê tev bigerin.

Kremlînê diyar kir ku her du serokomaran di dema nîqaşa li ser rewşa Sûriyê de, li ser pêwîstiya gurkirina kedên hevbeş ên têkbirina terorê axivîn, her wiha her duyan li ser zêdekirina hevkariyên li gor peymanên dualî yên girêdayî dewriyeyên hevbeş li Idlibê jî axivîn.

Serepeyv