Tebax 16, 2020 15:09 Asia/Tehran
  • Hevseroka DBP'ê:

Hevseroka DBP'ê wek berteka li hemberî bombebarana beşeka daristanên Dêrsimê ji aliyê helîkopterên artêşa Tirkiyê va, ev kiryar dewama hişmendiya DAIŞê bi nav kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Salihe Aydenîz Hevseroka Partiya Navçeyên Demokratîk (DBP) di axaftinekê da tevî amajeya bi êrîşa vê dawiyê ya helîkopterên artêşa Tirkiyê ser daristanên

Dêrsimê û agirberdana bi van daristanan da, got: "Kesên ku nekarîne bi siyasetên yeksankirinê, gelê Dêrsimê teslîm bikin, aniha hewil didin xwezaya Dêrsimê ji nav bibin. Ev kiryar dewama hişmendiya faşîstî ya desthilata siyasî û tevkujiya 1938an e. Beriya vêya ku dagîrkeran êrîşî ser şûnwarên dîrokî kirine û dîroka navçeyên dagîrkirî ji nav birine. Em ji dîrokê dizanin ku ev kiryar dewama heman kiryaran e ku dijî Dêrsimê pêk hatine."


Li gorî rapora rojnameya Evrenselê, wê di dewama axaftina xwe da got: "Kiryarên ku li Dêrssimê hewil didin cih bînin, dewama hişmendiya DAIŞê ye. Em li kêleka dêrsimiyan û elewiyên Dêrsimê bûne û yê heta dawiyê li kêleka vî gelî û civakê (Elewiyan) bin. Divê rêzê li nirx û cihwarên pîroz ên elewiyan bigirin. Emê li hemberî van tevkujiyan bêdeng nebin. Me çok daneynaye û emê ji niha û pêva jî çok daneynin."

Serepeyv