Mismarî: Dewleta Tirkiyê bi piştgiriya Qeterê çeteyan derbasî Lîbyayê dike
Berdevkê hêzên Xelîfe Heftar ya bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê dibêje: Dewleta Tirkiyê bi piştgiriya Qeterê çeteyan dişîne Lîbyayê. Wî di dewmê de piştrast kir ku Tirkiye bi alîkariya Qeterê çeteyên hanê ji bilî Sûriyê ji Afrîqayê jî dişînin Lîbyayê.
Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî eşkere kir ku dewleta Tirkiyê bi piştgiriya Qeterê çeteyan ji kampan li Afrîkayê vediguhêze Misratayê.
Mismarî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku serokkomarê dewleta Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji gelek dewletan terorîstan kom dike û dişîne Lîbyayê û wê piştre bişîne Ewropayê û dewletên din.
Mismarî bal kişand ser vê yekê ku di vê dawiyê de 300 çeteyên tundraw ji Somaliyê bi rêveberiya efserên Qeterê gihêştine Misratayê.
Ehmed Mismarî bang li civaka navdewletî kir ku bi awayekî cidî bikevin nava tevgerê û veguhastina tundrawan rawestînin.