Tebax 11, 2020 22:32 Asia/Tehran
  • Tirkiye dibêje me 5 gerîla û PKK dibêje me 7 leşker kuştin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, li Heftanînê 2 û li Avaşînê yên Herêma Kurdistanê 3 gerîlayên PKKê di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane. Wezareta Navxwe ya wî welatî jî dibêje, li navçeya Şaxê ya Wanê di pevçûnekê de 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Ji aliyê din ve PKKê ragihand ku wan 7 leşkerên Tirkiyê kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, ku li navçeya Şaxê ya ser bi parêzgeha Wanê ve di navbera hêzên wan û PKKê de şer derketiye.

Li gor daxuyaniya wê wezaretê, di pevçûnê de 2 endamên PKKê canê xwe ji dest dane, lê ti amaje bi zirarên hêzên Tirkiyê nehatiye kirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, di encama bombebarana balafirên wan de 5 gerîlayên PKKê li navçeyên Heftenîn û Avaşînê, li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê de hatiye ku wan beriya niha li Avaşîn û Heftenînê cihê gerîlayên PKKê keşif kirine û di encama bombebaranê de li Heftenînê 3 û li Avaşînê jî 2 gerîlayên PKKê hatine kuştin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û baskê wê yê çekdar Hêzên Parastina Gel (HPG) jî derbarê şer û pevçûnên vê dawiyê de  daxuyaniyek belav kirin.

Li gor daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya PKKê di çarçoveya çalakiyên xwe yê vê dawiyê li dijî leşkerên Tirkiyê de yên tên zanîn 7 leşker hatine kuştin.

PKK dibêje 10ê Tebaxê li Girê Qesrokê û Girê Katosulê gerîlayên wan 2 leşker kuştine.  

Li gor daxuyaniya HPGê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, gerîlayên wan li derdora qereqola Zînê îro Sêşemê 11ê Tebaxê êrişê hêzên Tirkiyê kirine di vê êrişê de 3 leşker hatine kuştin.

Her li gor wê daxuyaniyê li navçeya Bazidê ya Agirî jî di navbera gerîlayên PKK û leşkerên Tirkiyê de şer derketiye û 2 leşker hatine kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûne.

PKK herwiha dibêje:"Li herêma Pîrbûlayê 3 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane û piştre agahiyên nasnameyê yên wan bi raya giştî re dê werin parvekirin."
 

Serepeyv