Tebax 10, 2020 02:55 Asia/Tehran
  • Esnafên Mêrdînê:

Bi belavbûna şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) re, aboriya Tirkiyê derbeyeke giran xwar. Esnafên Mêrdînê, anî ziman ku wisa dewam bike, ew ê heta dawiyê deyndar bibin û gotin: “Yan em ê dest bidin hev, yan jî em ê bi hevre noq bibin.”

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), 'Zeynep Dûrgût' nivîsiye: "Li seranserî cîhanê hejmara berketiyên şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) her ku diçe zêde dibe. Şewba koronayê, hem bandorê li ser tenduristiya mirov hem dike, hem jî pirsgirîk aborî zêde dike. Li Tirkiyê yek ji bajarên ku herî zêde şewba vîrûsa koronayê lê belav bûye Mêrdîn e. Yek ji sedemên têkçûyina aboriya Tirkiyê, zêdebûna eflasyon û buhabûna dovîz (pereyê biyanî) a li hemberî Lîrayê Tirkiyê ye. Esnafên bajêr xwestin li dijî aloziya heyî êdî gavên girîng bên avêtin." 

‘YAN EM Ê DEST BIDIN HEV, YAN JÎ EM Ê BI HEVRE NOQ BIBIN’

 Hayrullah Atay ê ku bi salan e li Mêrdîna kevin esnaftiyê dike, anî ziman ku karê wan her rojê xerabtir dibe û wiha axivî: "Ji ber vê pêvajoya şewbê li Mêrdînê, ne tûrîst tên û ne jî karê esnafan baş derbas dibe. Karên me pir neyînî derbas dibe. Jiyana me roj bi roj zehmetir dibe. Aboriya Mêrdînê ji ber turîstan ser piyan e. Ger tûrîst neyên, aboriya Mêrdînê, ji xwe tune ye.  Li Mêrdînê vîrûs çiqas belav bibe, karê me esnafan jî ewqas zehmet dibe. Karê me neyînî bandor dike. Yan em ê dest bidin hev û yan jî em ê bi hevre noq bibîn. Li dijî aloziya aborî divê êdî gavên erênî bên avêtin.” 

‘EM DEYNDAR BÛN’

 Ji esnafan Murat Donat jî bi lêv kir ku ne karkirin, bêkarî wan diwestîne û wiha got: "Em kargeha xwe vedikin û heta êvarî rûniştine. Kar tune ye. Em nedikarîn kirêyên xwe bidin û ne jî dikarîn debara xwe bikin. Dema ku serê mehê tê em nîvî kireyê didin û nîvî wê jî dimîne. Di berê de qet nebe, me kirêyên xwe didan niha em nikarîn kirêyên xwe jî bidin. Em deyndar bûn. Berê de şorbe dikelî, lê niha nakele. Amûrên ku berê de me bi rehet difirotin, di van salên dawî de nema diçin. Li Tirkiyê sala ku herî zêde aborî baş 20 sal berê bû, lê niha em bibêjîn baş e, em ê xwe bixapînin.” 

‘KARÊ ME SEKINIYE’ 

Omer Aysevîm yê ku kargeha zîv dide xebitandin jî, diyar kir ku îsal karên wan sekiniye û wiha bilêv kir: "Pêvojaya pandemiyê ji me esnafan re pêvajoyeke pir zor û zehmet bû. Girtina kargehan û tedbîran li bandor kir. Bêgûman di vê pêvajoyê de ji me re tişta herî girîng tendûristiya me û civakê ye. Di van 20 salên dawî de, aborî qet ne baş e. Lê niha ji ber aloziya heyî û şewba koronayê tûrîst nayên bajêr û karê me jî ji ber vê sekinî.” 

 

 

 

 

Serepeyv