Tebax 06, 2020 19:09 Asia/Tehran
  • Li Êlihê derbasoka dew lê çêdikin ji bo rêwî û şofêran cihê bêhnvedanê ye

Li Gercûşa navçeya Êlihê Derbasoka Ayranciyê (Dewfiroş) ji bo şofêr û rêwiyan bû rawestgeha behn vedanê.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Gercûşa navçeya Êlihê (Batman) Derbasoka Ayranciyê (Dewfiroş) ji bo şofêr û rêwiyan bû rawestgeha behn vedanê.

Kenan Turanê ku tevlî birayê xwe ji sala 1984an vir va li texma derbasokê di dewkûlê da dêw çêdike û li ser rê difiroşe diyar kir navê derbasokê danîne Derbasoka Dewfiroş.

Turan ragihand ku ji Êlih, Mêrdîn û Diyarbekirê rêwî û şofêr ji bo vexwarina dêw tên serdana wan û wiha pê da çû: "Dewê me bi tevahî xwezayî ye. Em ji gundiyan mastê havên kirine dikirin û dikulên û dikin dew. Herkes ji vê tehma me razî ye. Em li rû dêw bejikan jî didin. Şofêrên dixwazin dew vexwin di wê navberê da behna xwe jî didin."

Ji şofêran Hasan Gul got: "Em ji sala 1990î vir va tên vê derê û dewê wî pir bi tehm e û xweş e."

 

 

Serepeyv