Tebax 06, 2020 12:06 Asia/Tehran
  • 5ê Tebaxê: Hezar û 178 kesên din jî li Tirkiyê bi Covid-19'ê ketine

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de hezar û 178 kesên din jî bi şewba Covid-19'ê ketine û 19 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

 Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê, Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covid-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 19 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 178 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 236 hezar û 112 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 784.

 

 

Serepeyv